Josef Stalin

Josef Stalin (1945)

Josef Stalin (bi Gurcî: იოსებ სტალინი/Îoseb Stalînî; bi Rûsî: Иосиф Сталин/Yosîf Stalîn; * 6'ê befranbarê 1878 li Gorî, Gurcistan; † 5'ê adarê 1953 li Kunzewo ber Moskow) duyemîn sekreterê giştî yê YKSS´ê û yek ji polîtîker û îdeologê navdar ê sedsala 20emîn e.

Ew bi xwe ji gelê Gurcî ye. Di zaroktiya xwe de perwerdeya olî dîtiye. Hêj di ciwaniya xwe de tevlî tevgera sosyalîst dibe û gelek caran tê zîndanîkirin. Navê wî yê orgînal Îoseb Besarîonîs dze Cûẍaşvîlî (bi Gurcî: იოსებ ბესარიონის ძე ჯუღაშვილი; bi Rûsî: Иосиф Виссарионович Джугашвили) ye. Navê "Stalîn" tê wateya "pola" û kodnavê wî ye. Bi Gurciya kevn "cûẍa" jî tê wateya "pola"[çavkanî pêwîst e] û "-şvîlî" paşbendikeke belav e di paşnavên Gurcî de.

Stalîn, piştî mirina serokê şoreşa Bolşevîkan Lenîn, tê ser desthilatiyê. Şerê navxweyî bidawîdike, hêza YKSS´yê ji bo sazûmanbûnê, pêşdebirina alavên hilberînê birêxistin dike. Polîtîkayeke taybet a nateweyan dimeşîne. Kurdistana Sor a ku Lenîn ji bo Kurdan avakiribû bo xatirê Tirkiyê û Îranê ji holê radike. Kurdên YKSS´ê dihêle bin desthilatiya Azerbeycan û Ermenistanê ku ew jî pirranî li pişavtina Kurdan digeriyan. Li Azerbeycanê nasnameya Kurdan tê înkarkirin. Li Ermensitanê rewşa Kurdan heya dawiya YKSSyê baş bû. Vêgav ew jî hebûna Kurdan înkar dikin û dibêjin "li cem me miletê Êzîdî hene, Kurd nînin"[çavkanî pêwîst e].

Stalîn dema artêşên Almanyayê yên di bin serdariya faşîzmê de bûn êrîşî Rûsyayê dikin, hêza xwe vedikişîne, dihêle ku Elman heya derê Moskow werin. Wê demê li amadekariyên şer dixebite. Bi şikestina "Parastina Stalîngradê" pişta artêşên Nazîyan dişkîne. Ev yek rewşa şer jî kivşe dike. YKSS dibe yek ji serdestên Şerê Dinyayê yê II.

Ji bo hinek Rûsan Stalîn wekî lehengekî ye. Lê ji bo gelekan jî polîtîkayên wî şaş bûn û Stalîn bi xwe jî dîktatorek ku dawî li sazûmaniya Lenîn xeyal dikir anî ye. Stalîn di hilweşandina Komara Mehabadê de alîkarî dide Îranê û Kurdan difiroşe. Herwekî serhildanên Kurdistanê bi bikaranîna Partiya Komûnîst a Tirkiyê (TKP) di qada navneteweyî de wekî "tevgerên paşverû yên ku di xizmeta emperyalîzmê de li dijî Komara antî-emperyalîst û pêşverû ya Tirkiyê têdikoşin" dinirxîne. Bi vê yekê hêzên çepgîr, sosyalîst û pêşverû xwe ji alîkariya Kurdan vedikişînin. Komîntern li dijî Kurdan raportên neyîni belavdike. Kurd wekî dijmin tên îlankirin. Heya bigire hin serbazên artêşa Tirkiyê ku endamê TKP´yê bûn tevlî Komkujiya Dersîmê dibin û Kurdên Dêrsîmê dikujin. Di serhildana Şêx Seîd û ya Agiriyê de jî heman helwestê digirin. Stalîn di dîroka Kurd ya nêzîk de wekî kesekî nexêr tê bibîranîn.

Other Languages
Afrikaans: Josef Stalin
Alemannisch: Josef Stalin
aragonés: Josef Stalin
Ænglisc: Iosep Stalin
العربية: جوزيف ستالين
asturianu: Yósif Stalin
Aymar aru: Iosif Stalin
azərbaycanca: İosif Stalin
تۆرکجه: ايستالین
Boarisch: Josef Stalin
žemaitėška: Josips Stalėns
Bikol Central: Josep Stalin
беларуская (тарашкевіца)‎: Ёсіф Сталін
български: Йосиф Сталин
Bislama: Joseph Stalin
brezhoneg: Jozef Stalin
bosanski: Josif Staljin
Chavacano de Zamboanga: Joseph Stalin
Mìng-dĕ̤ng-ngṳ̄: Joseph Stalin
Cebuano: Joseph Stalin
Cymraeg: Joseff Stalin
Deutsch: Josef Stalin
dolnoserbski: Jozef Stalin
Ελληνικά: Ιωσήφ Στάλιν
emiliàn e rumagnòl: Joseph Stalin
English: Joseph Stalin
Esperanto: Josif Stalin
español: Iósif Stalin
euskara: Iosif Stalin
estremeñu: Josif Stalin
føroyskt: Jósef Stalin
français: Joseph Staline
贛語: 斯大林
Gàidhlig: Iosif Stalin
galego: Iosif Stalin
गोंयची कोंकणी / Gõychi Konknni: Joseph Stalin
客家語/Hak-kâ-ngî: Joseph Stalin
Fiji Hindi: Joseph Stalin
hrvatski: Josif Staljin
hornjoserbsce: Józef Stalin
Kreyòl ayisyen: Stalin
հայերեն: Իոսիֆ Ստալին
interlingua: Josef Stalin
Bahasa Indonesia: Josef Stalin
Ilokano: Joseph Stalin
íslenska: Jósef Stalín
italiano: Iosif Stalin
la .lojban.: stalin.
Basa Jawa: Josef Stalin
Qaraqalpaqsha: Yosif Stalin
Kabɩyɛ: Joseph Staline
kernowek: Joseph Stalin
Кыргызча: Иосиф Сталин
Lingua Franca Nova: Josef Stalin
Limburgs: Jozef Stalin
lumbaart: Josif Stalin
لۊری شومالی: جوزف اٛستالین
lietuvių: Josifas Stalinas
latviešu: Josifs Staļins
Malagasy: Joseph Stalin
македонски: Јосиф Сталин
मराठी: स्टॅलिन
Bahasa Melayu: Joseph Stalin
Mirandés: Josef Staline
မြန်မာဘာသာ: ဂျိုးဇတ် စတာလင်
مازِرونی: ژوزف استالین
Napulitano: Stalin
नेपाली: स्टालिन
नेपाल भाषा: जोसेफ स्टालिन
Nederlands: Jozef Stalin
norsk nynorsk: Josef Stalin
Livvinkarjala: Josif Stalin
Papiamentu: Joseph Stalin
Piemontèis: Josif Stalin
پنجابی: جوزف سٹالن
português: Josef Stalin
Runa Simi: Yosif Stalin
русиньскый: Осиф Сталін
संस्कृतम्: जोसेफ़ स्टालिन
sicilianu: Giuseppi Stalin
srpskohrvatski / српскохрватски: Josif Staljin
Simple English: Joseph Stalin
Soomaaliga: Joseph Stalin
српски / srpski: Јосиф Стаљин
Sesotho: Iosif Stalin
svenska: Josef Stalin
Kiswahili: Josef Stalin
ślůnski: Josif Stalin
తెలుగు: స్టాలిన్
Tagalog: Joseph Stalin
Türkçe: Josef Stalin
татарча/tatarça: Иосиф Сталин
ئۇيغۇرچە / Uyghurche: ستالىن
oʻzbekcha/ўзбекча: Iosif Stalin
vepsän kel’: Stalin Iosif
Volapük: Iosif Stalin
walon: Staline
Winaray: Joseph Stalin
მარგალური: იოსებ სტალინი
Yorùbá: Joseph Stalin
Vahcuengh: Joseph Stalin
文言: 斯大林
Bân-lâm-gú: Iosif Stalin
粵語: 史太林
isiZulu: Joseph Stalin