Charles Thomson Rees Wilson

Charles Thomson Rees Wilson

Charles Thomson Rees Wilson (* 14'ê reşemiyê 1869 li Parish Glencorse; † 15'ê sermawezê 1959 li Carlops a ber Edinburgh) fizîknasekî Skotlandî bû. Sala 1927'î bi tevî Arthur Compton, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Sala 1893'î dest bi lêkolînên meteorolojîyê dike û salekê şûnda jî çêbûna ewran dişopîne. Sîstema ewran di mercên laboratûarî de diceribîne.

Sala 1911'î bo cara pêşîn, parçeyên alfa û beta radixîne ser fotografê. Li ser riyên ku ew dişopînîn gelek nivîsarên zanistî dinivîsîne. Xebatên wî karê nûklearê jî bipêşdixe.

Heya kalbûna xwe herwekî li ser brûskan jî lêkolînan dike. Ji bo artêşa Brîtanî kêm ziyanê ji brûskan bibîne, gelek teknîkan bipêşdixe.

  • xelat û paye

Xelat û paye

  • Endamiya („Fellow“) Royal Society, 1900
  • Hughes-Medaille a Royal Society, 1911
  • Xelata Hopkins, Cambridge Philosophical Society, 1920
  • Xelata Gunning, Royal Society of Edinburgh, 1921
  • Royal Medal a Royal Society, 1922
  • Howard-Potts-Medaille, Franklin Institute, 1925
  • Xelata Nobel, 1927
  • Copley-Medaille, Royal Society, 1935
Other Languages
asturianu: Charles Wilson
беларуская (тарашкевіца)‎: Чарлз Ўілсан
български: Чарлс Уилсън
español: Charles Wilson
Bahasa Indonesia: C.T.R. Wilson
latviešu: Čārlzs Vilsons
македонски: Чарлс Вилсон
नेपाल भाषा: सी टी आर विल्सन
संस्कृतम्: सी टी आर विल्सन
srpskohrvatski / српскохрватски: Charles Thomson Rees Wilson
svenska: C.T.R. Wilson
Kiswahili: Charles Wilson
oʻzbekcha/ўзбекча: Charles Thomson Rees Wilson